Helepçe aloz bû

Li Helepçeya Kurdistana Îraqê, li 18emîn salvegera êriş û komkuştina bi çekên kîmyawî, bi hezaran kesan ji bo dîyarkirina nerazîbûna xwe ji kêmîya bala rayedarên hikûmetê li ser pirsîgirêkên wan xwenîşandanek kir.

Wê koma xwenîşanderan xwest ku rê nedete rêûresmên karbidestan ji bo bi bîr înana malwêranîya li 16yê meha 3, Adara sala 1988ê.

Peyamhinêrê Dengê Amerîka Yehya Berzincî ji Helepçê ragehand ku wê koma nerazî hewil da ku êrişê bibete ser avahîyê bibîrînana Helepçê.

Hêzên parastinê teqe li wan kir û xortek kuşt, heşt kesên dî jî birîndar kirîne.

Li demê wan alozkarîyan hindek kesan agir berda avahîyê bi bîrînana qurbanîyên Helepçê.

Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê li Sulemanî şandeyeke ji çar karbidestan hinarte bajêrkê Helepçê ji bo lêkolîna ser wê bûyerê.

Ji wê şandê, Wezîrê Karûbarên Navxweyî Osman Hacî Mehmûd gote Dengê Amerîka ku hindek alî li dû wê xwenîşandanê ne.

Xwecihîyên Helepçê gazindeyan diken ku karbidestan xizmeteke hêjayî Helepçê nedayîyê.