Îsraîl dor li girtîgeha li Kenara Rojava girt, Filistînî jî li Xezze alozkarî kirin

Hêzên Îsraîlî li Kenara Rojava dor li girtîgeheke Filistînî girtin û daxwaza bi destve xistina çend girtîyan kirin ku Îsraîlî dibêjin yek ji wan milîtanan berpirsyarê kuştina wezîrekî hikumeta Îsraîlê bûye li sala 2001an.

Îsraîl dibêje wan 170 girtîyan bi destve xistine lê dibêjin ew zilamê ku berpirsê kuştina wezîrê turîzmê yê Îsraîlê li sala 2001ê ye hêj berxwe dide.


Wezîrê tenahîya navxweyî yê Îsraîlê Gidom Ezra dibêje wan Ahmed Sedat rêberê Beroka Gelerî ya Rizgarkirina Filistîn û milîtanên din yên girtî bi destve xistine piştî ku karbidestên Filistînî gotine ew dê wan berdin.

Îsraîl dorê li girtîgehê girt piştî ku karbidestên çavdêrîyê yên Amerîkî û Brîtanî ji cîyê wezîfa xwe vekêşîyan. Karbidestên Brîtanî dibêjin wan bi caran ji serokê Filistînê Mehmud Abbas re gotine ku eger ew tedbîrên parastinê zêde neke ew dê jî karbidestên xwe yên çavdêrîyê ji girtîgehê vekişînin.

Piştî ku Îsraîlîyan dor li girtîgehê girtin Filistînî jî îro sêşem li Xezzeyê du bîyanîyan revandin û dor li navenda çandî ya Brîtanya girtin û agir bi avahîyê xistin. Filistînî gefe dikin ku ew dê hevwelatîyên Amerîkî û Brîtanî yên ku li ser erdê wan bimînin birevînin.