Wezîrekî Îraqî ji peqîna bombekê rizgar bû

Karbidestêt Îraqî dibêjin wezîrê karûbarê sazkarîyê ji peqîna bombeka ser caddê rizgar bû lê sê nobetdarêt wî hatine kuştin.

Karwanê wezîrî li ser rêka nêzîkî Balad bû li bakûra Bexda demê ew bomba peqî.

Bi alîyekî dî ve leşkerê Amerîkî dê pitir 400 girtîyêt Îraqî evro heta sibehî berdet ku pênc ji wan jin in.

Leşker dibêjît piştî pêdaçûnê li ser egerêi girtina wan çi sebeb nebûn ku di girtîgehê de bimînin. Karbidestêt Amerîkî û Îraqî we dîyar kir ku berdana van girtîyan çi têkelî bi rojnamevana Amerîkî Jill Caroll ve nîne ku berî nûke hatîye revandin û kiriye rehîn.

Revankaran gefe kiribûn ku dê wê kujin heke hemî jinêt girtî yêt Îraqî neyêne berdan. Lê ew muhleta wan dîyar kirî derbaz bûye bêy ku tiştek li dumahîya wê bête zanîn.