Erebên Sinnî yên li Îraqê encamên hilbijatinê red diken

Hevalbendîya serekî ya Erebên Sinnî yên li Îraqê encmên destpêkê yên hilbijatinên parlamanîyê red diket.

Di belavnamekê de evro beroka pêkhatina Îraqî got, ew encamên roja Duşembî hatine ragihandin, digel wan encaman rêk nakevin ku wan bixwe zêrevanî li ser kirî li Bexda.

Li du encamên despêkê hevalbendîya Sinnî nêzîkî 19 ji sedê deng li Bexda wergirtîne ku gelek kêmtir e ji hevalbendîya yekgirtîya Îraqî ya Şîa ku 59 li sedî deng wergirtine.

Encamêt roja Duşembî hatine ragihandin piştî nêzîkî 90 li sedê deng hatine jimartin li 11 parêzgehan ji giştîya 18 parêzgehêt Îraqê. Encam we dîyar dikin ku hevalbendîya Şîa piştevanîyeke xurt heye.

Peyamhinêra me Sirwa Abdilwahid ji Bexda encamên dawî yên hilbijartinê ragihand. Eger hun dixwazin li vê raportê guhdarî bikin, ji kerema xwe re li jor nîvîsa ku dibêje "Guh bide raportê" bitiqînin.