Wergirtina raya giştî li Îsraîlê we dîyar diket ku renge serokwezîr Ariel Sharon di hilbijartina de serbikevîte.
Li dû wergirtina raya giştî li Îsraîlê we dîyar dibît ku renge serokwezîr Ariel Sharon di hilbijartinêt sala hatî de careke dî serbikevît li jêr partîya wî ya nû.Rêzdar Sharon roja Dûşembî karvekêşana xwe ji partîya Likud da û daxwaza hilbijartinêt berî wext kir.
Li dû raya giştî we dîyar dibît ku partîya nû ya rêzdar Sharon dê heta 33 kursîyêt parlamanê wergirît û partîya Likud dê bi tenê 12, heta 15 kursîyat wergirît û partîya Karî heta 26 kursîya wergirît.
Serokwezîr dibêjît wî karvekêşana xwe ji Partîya Likud da ji ber nerazîbûna endamêt partîyê di parlamanê da li ser vekêşana akincîyêt Îsraîlî ji devera Xezze.