Sernivîs:  Serok Bush li ser demokrasîyê li welatên Amerîka peyivî

Serok George W. Bush û serok û rêberên 33 welatên dî yên demokratîk çaremîn Civîna Bilind ya Amerîkayan li vê dawîyê li Mar del Plata, li welatê Arjantînê kir. Pişikdarên wê civîna bilind bala xwe da ser afirandina pêtir karan, domandina berfirehkirina aborîyê bi rêya pêtir bazirganî û pêşvebirinê, xebata li dijî feqîrûjarîyê û bihêz kirina destgehên demokrasîyê.

Serok Bush î li wê civîna bilind nexşeyek ragihand ji bo damezrandina sindoqeke alîkarîyê bo Amerîka Naverast û Herêma Karayîb navendeke diravî jêrdestê rêvebirên şareza yên sindoqên nehikûmetî. Ew sindoq dê sermayê bidete şîrkeyên li Barbados, Belize, Kosta Rica, Dominika, Komara Domînîk, El Salvador, Grenada, Guatemala, Guyana, Haiti, Honduras, Jamaica, Nicaragua, Panama, St. Lucia, St. Vincent û li giravên Grenadinî.

Serok Bushî got ji bo piştrastkirina dadûedaleta li nav civakên li welatên Amerîka, bijartina yêk ji du bijarên li dijî hev hewce ye.

Serok Bush pêve çû û got yêk ji wan bijaran hîvîyê didet. Ew li ser binaxê hikûmeta bi nûnerîya gelî, tevlîbûna welatî linav civaka cîhanî, û bi wê bawerîyê ye ku azadî jîyana mirovan diguhorît. Bijara dî we xwuya ye ku wê pêşveçûna van 20 salan paşve dibet bi tirsandinê, cîranan berdete singê yêk, û ji bo kêmasîyên xwe bi xwe di xizmeta bo gelî da kes û alîyên dî binaskar diket.

Birêz Bushî got binaxê demokrasîyên serkeftî pîvanên hevbeş, berpirsîyarîyên hevbeş û rêza bo hemî kesan e.

Serokî got her demokrasîyekê xasyet û çanda xwe hene û ku li ser rêngê edet û dîroka wê ya yêkane. Lê hemî welatên azad û serkeftî xasyetên wekî hev hene . Azadîya olî, azadîya rojnamevanîyê, azadîya dîyarkirina hizrûbîran, azadîya karûbarên aborî û bazirganîyê, wekhevîya dadûedaletê bo hemî kesan libin desthilata qanûnê, wekhevîya helwesta dewletê li himberî hemî hevwelatîyan û vebirkirina hêza dewletê bi rêya pirsîna hisabê ji karbidestan.

Serok Bushî got bi pêkînana qencî û dîyarîyên azadîyê li alîyê me yê dinyayê em dê doza dadûedaleta civakî pêşve bibeyn û dê bi wê rê numuneyeke biafirînîn ku dipiriqşt ji bo alîyên dî yên dinyayê.