Dîplomatêt Amerîka û Rusî li ser bernama navokî ya Îranê li hev nakin

Nunerêt danustandinan yên Amerîkî û Rusî evro jêgnegirtin hebûn li ser kêşeya dîplomatî sebaret bernama navokîya Îranê ya berguman.

Nunerêt Amerîkî û Ewropî li Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewî dixwazin Îranê bibine ber Cıvata Tenahîyê ya Neteweyêt Yekgirtî ji ber gomana zêdegavîyên wê li ser peymana belavnebûna Navokî. Lê belavokeka wezareta derve ya Rusî dibêje ew pêngav dê encamên berevajî hebin û harîkarîya çareserkirina wê kêşê bi rêkên sîyasî û dîpêomatî nakin.

Li kombûna Vîyana balyozê Amerîka Gregory Schulte gote dîplomatên Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewî ku demê hindê ye dijî Îranê pêngava bavêjin.

Washington û Yekîtîya Ewropî Tehranê xetabar dikin ku bi nepenî ve bizavê diket çekêt atomî çêket, lê Îran wan tawanan înkar û haşa dike.