Erebîstana Saudî dibêjît hêzên parastinê rêberê el-Qaîdê yê wî welatî kuştîye

Erebîstana Saudî dibêjît hêzên parastinê rêberê el-Qaîdê yê wî welatî li bajêrê pîroz yê Medîne kuştîye.

Jêderên ji Wezareta Karûbarên Navxweyî dibêjin hêzên hikûmetê li roja Pêncşembî ji nişkê ve êriş birîye ser jimareke cihên bergûman yên xweveşartina mîlîtanên El-Qaîdê û berpirsîyarê El-Qaîdê Salih al-Awfî li demê wê kiryarê hatîye kuştin.

Ajansa nûçeyan ya resmî ya Erebîstana Saudî dibêjît hêzên parastinê ew êriş birîne ser cihên bi gumana hewîngehîyê li Riyadh û Medînê.

Ajansa fermî got hindek kesan şerrê hêzên hikûmetê kirîye û jimareke kesên bergûman hatîye girtin.

Salih el-Awfî berê nobedarekî zindanê bû. Bawerî tête kirin ku wî şûna Ebdilezîz el-Moqurîn girtîye, piştî ku hêzên Saudî par meha Xizîranê el-Moqurîn kuştî.