Firokeya rêwîyan ya Kolombîya yê tevî 152 rêwîyan li rojavayê welatê Venezuella ket.
Karbidest dibêjin kesê sax nemaye ji neferên firoka Kolombî.
Karbidestên Firokexaneya Venezuella dibêjin ku îro(Sêşem) firokeya kompanyaya bi navê West Caribbean Airways ji Panama ber bi Martînîk ve diçû dema ku pîlotê wê giriftarî li herdû makîneyên wê ragihandî. Eve firoka duemîne ku ji Kompanyaya West Caribbean Airways di şeş mehan de dikeve xwarê.
Dibêjin firoke li dora demjimêr 3 û 4 ê sibehê li Venezuella ketîye.
Karbidestên Ferensî dibêjin hemû rêwîyên di firokeyê de Fransî bûne ku ji gera xwe ya havînê li Panama dadigerîyan Martînîkê. Raport dibêjin ku neferên firokê heyşt Kolombî bûne.
Serokê Fransa Jaques Chirac sersaxîyê kir ji bo mirîyan. Karbidestên Frensî li Martînîk navendek bo vê krîzê amade dikin.