Polîsên Misrê li du bergumanên êrîşan dor li gundên Sinaî girtine 

Karbidestên parastina Misrê dibêjin polîs dor li du gundan girtine li dora havîngeha Şerm El Şêx ji bo ku bergumanan bigrin jiber ku dibe ku ew êrîşbirên wan sê teqînên roja Şemî yê bin ku tê de bi kêmî 88 kes hatine kuştin.

Karbidest dibêjin ku polîs di wê bawerîyê de ne ku du bergumanên hemwelatîyên Pakîstanê dibe ku li gundên girava Sinaî xwe veşartibin.

Îro, roja Duşemê polîsên Misrê şeş wêneyên zilamên Pakîstanî belav kirin ku ev kes di dema êrîşan de li herêmê bûne û ji wê demê û virdaye ku ne xuyanin û pasaportên xwe jî li hotelekê hiştine.

Karbidestên Misrê dibêjin wan nêzî 100 kes girtine bi têklatîya bombekirinên sê hotelan ku yek ji wan ya dewlemend li seyrangeha bajêr bûye û bi giştî wêran bûye û herdu yên dî jî li nêzî wê herêmê bûne. Polîs hêj negotine ku ka gelo tu kes ji wan girtîyan yekser têkilî êrîşan e an na.

Di daxuyanîyekê de li ser înternetê komeke ku dibêjin ew girêdayî El Qaîde ne berpirsyarîya wan êrîşan li xwe danîn. Lê hêj ev îddîa nehatîye pişterast kirin.