Li çend hêrişêt cûda li Iraqê 30 kes hatine kuştin

Li sê hêrişêt xwekujî dijî hêzêt parastina Iraqê li Musil û çend hêrişêt dî li Bexda bi kêmî 30 kes hatine kuştin.

Leşkirê Emirîkî ragehand ku 15 kes li hêrişekê bo ser bingehekê leşkirê Iraqî li Musil hatine kuştin. Herwesa hêrişberekê dîyê xwekujî otombîla xwe nizîkî bingehekê polîsê her li Musil peqand û 6 kes kuştin. Hêrişberê sêyê xwe li nav nexoşxana giştîya Musilê peqand û 4 kes kuştin.

Li rojhelata Bexda û li encama peqîna hawinekê, jinek û dû zarok hatine kuştin.

Li Kerkukê ji hêrişberekê xwekujî xwe nizîkî karwanekê polîsê peqand û 4 polîs birîndar kirn.