Li dû raportên peyaman hêza tenahîya Sûrîya xûrtî bi kar anî u bi merem xwenîşandana kêmanîya Kûrdan li bajêrê Qamişlo li bakûra wî welatî verevand. Xwenêşanderan nerazîbîna xwe li ser kuştina oldarekî mûsilmanê kurd şêx Maaşûq al-Xaznewî derdibirîn. Şex Maaşûq al-Xaznewî kû bi mamostayê olê islamê di gel dîmokrasîyê navdar bu, li meha 5 gûlanê hate hinda kirin u termê wi li rojhelata Sûriya hate dîtin. Malbata şêx al-xaznewî ku bizav karên sîyaseta kurdane û herwesa zêrevanên serbixwe yên mafê mirovan dibêjin/ li ser termê Xaznewî nîşanêt êşkençê dîyar dibun. Rekxistîya Amnesty International yan ku lêxeşbuna çîhanî di daxûyanîyekê da got karbidestên Sûrîya haşa dikirin ku wan Şêx girtibin û di dîvda termê wî dane malbata wî.
Hesen Salih sikirtêrê partîya Yeketîya ya berbend kirîya kurdan dibêjit, şêx xaznewî hêzeka gûhûrîna bû ji bo sûrîyê. Ew dibêjit şêx Maaşûqî biştgirtîya gelê kûrdê bindest dikir û çunkî xast rastîya bêje li ser dest û darê Sûrîya ku helbijartin azad bêne kirin û griftarîya bi rêya dan û standina çareser bikin, wî gelek sengî êxiste ser hûkemeta Sûrîya.
Li van dûmahîyan karbdestên Sûrîya huşdarî dane partîyen sîyasîyen berbend kirîyên kûrdan da kû bizavên xwe rawestînin, û herçende ku hin girtîyen sîyasî hatine berdan lê li van çand haftîyêt bûrî hejmareka bizavkarêt mafê mirovan li Sûrîya hatine girtin.
Hewas Mahmmod nivîskarekî kurde dibêjit wext hatîye ku tepasarî bête rawestandin. Ew dibêjit eve ne reftara hûkemet, dewlet yan jî welatekî medenînye. Divîya hûkumet ya bê alî bit beramber hevwalatîyên xwe û weneket ku her wekî bi tinê alîyek hûkumetê birêve dibit û tivîya welatîyen xwe tepaser neket.
Li dû dawîtirîn raporta li ser mafê mrovan Wezareta Derveya Emrîca dibêjit hûkumeta Sûrîya berdewame li encamdana kiryarên destdirêjîya û bê reftarîya berdewameh ji wana azar û êşkençe yên bi mebest ku hind caran mirn bi duda têt. Li du wê raportê ferq û cîyawazî li dijî kêmanîya kurdên bê welat ji alîyê karbdestên Sûrîyê ve tê domamdin.
Serok Gorge W Bush dibêjit li dûrmandurê rojhelata naverast pêlên azadîyê wê şilqava vedidin û ewên ku hêvîya xwe ji buna azadîye terxan dikin dê berbirî hêriş u berhingarîya bibin lê ew bi şewazakî durust na bûhişin ji ber kû azadî gewherê mirovanîyê ye, azadî simta dîrokêye.