Hosiyên Yemenê û Hikûmetê Pevguhertina Girtiyan Temam Dikin

Girtiyên azadkirî li firokxaneya Sanaayê

Serhildêrên Yemenî û hêzên hikûmetê roja Yekşemê gelek dîl azad kirin di dawîya pevguhertina sê rojan de ya nêzîkî 900 girtîyan, û hêvîyên bidawîkirina şerê wan yê dirêj zêde kirin.

Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor (ICRC) got balafirên ku girtî hilgirtibûn di heman demê de ji paytexta serhildayên Hûsî Senaa û bajarê Maribê yê bakur ku di bin kontrola hikûmetê de ye rabûn.

Hinek bi kursiyên bi teker birin balafirên Xaça Sor. Di dema fitara Remezanê de tûrikên xwarinê li hemû girtiyên azadbûyî re hatin belavkirin.

Li balafirgeha Senaa, çekdarên Hûsî ji bo silavkirina hevalên xwe govenda merasîmê bi şûran li dar xistin.

Şêwirmenda medyayî ya ICRC Jessica Moussan ji AFP re got, "48 girtiyên berê di balafira Marib-Senaa de, û 42 jî di balafira Senaa-Marib de bûn."

Sê firînên din di nava rojê de bûn ji bo temamkirina peymana ku meha borî li Swîsrayê hatibû îmzekirin ji bo pevguhertina 181 serbazên hikûmetê bi 706 serhildêran re, berî cejna Remezanê.

Çar rojnamevanên ku ji aliyê Hûsiyên ku Îran piştgirîya wan dike bi îdamê hatine cezakirin, beşek in ji danûstandinan, nûnerê hikûmetê yê danûstandinan Meced Fadail got.

Berpirsê siyasî yê serhildêran Mehdî el-Meşat got gera dahatî ya danûstandinan bi Erebistana Siûdî re, ku serkêşiya hevpeymaniya leşkerî ya li dijî Hûsiyan dike, dê piştî Cejna Remezanê be, ajansa nûçeyan ya Saba ya Yemenê ragihand.

Gotûbêj bi dawî bûn çend demjimêran berî ku 318 girtî bi çar balafiran roja Înê di navbera Senaa û Adenê ya di bin kontrola hikûmetê de hatin veguhestin, girtî bi malbatên xwe re gihiştin ba hev.

Roja şemiyê, 357 girtî di navbera bajarê Senaa û Abha ya Erebistana Siûdî de bi balafiran rabûn. Siûdî jî di nav girtiyên de serbest hatin berdan.

Ne diyar e ka her alîyekî hîn çend girtî hene.

Çavkanî: AFP