Wezîrekî Swêdî Dibêje Afghanistan Bi Awayekî Zûtir Ber Bi Hilweşînê Ve Diçe

Wezîrê hevrêziya geşepêdanên navnetewî yê Swêdê îro Şemîyê huşdarî da ku Afghanistan ber bi hilweşîneke aborî ve diçe ku dê wî welatî derbasî kirîzeke nû ya siyasî bike.

Afghanistan rastî kirîzê bû piştî şikestina hikûmeta ku welatên Rojava piştgiriya wê dikirin û kontrolkirina Talîbanê di meha Tebaxê de. Ji nişkave bi milyaran dolarên ku wek alîkarî digihîştin Afghanistanê rawestiyan.

Wezîrê Swêdî Per Olsson li Dubai ji ajansa Reutersê re got:

“Xema min ew e ku ew welat li qeraxa hilweşînê ye û ew hilweşîn ji pêşbîniyên me zûtir dibe.”

Wî anî ziman ku ev têkçûna aborî dibe ku jîngehekê ji geşbûna gurûpên terorîst re dabîn bike.

Yekîtiya Ewrupî ya ku Swêdî jî vedihewîne, ji dema hatina Talîbanê ya ser desthilatê ve, asta alîkariyên mirovî bo wî welatî zêde kirine lê alîkariyên geşepêdanê rawestandine.

Jêder: Reuters