Raport: Li Mosko Nêzîkî 90 Xwepêşander Têne Girtin

Gurûpeka çavdêriyê got polîsê Mosko nêzîkî 90 kesî girtin di xwepêşandanên dijî dûrxistina hin kesayetiyên opozisyonê û yên serbixwe ji kandbûna hilbijartinên encûmena bajêr.

Hefteyekê berê jî desthilatdaran 1,400 kes di xwepêşandanên wiha de girtin.

Lyubov Sobol, ku yek ji kandîdên dûrxistî ye û rêvebiriya pêla niha ya xwepêşandanan dike, di nav kesên girtî de bû.

Polîs ew li navenda Mosko xiste vanekê û wê jî bi denegekî bilind sedema girtinê ji wan dipirsî.

Xwepêşanderan hewil da ku rêveçûnekê li navenda Mosko organîze bikin, lê polîs ew dorpêç kirin, berî ku bibin komên mezin, û ew ji wir dûr xistin.

Lê tundiya girtinên îro diyar bû ku kêmtir e ji ya hefteya borî. Hin girtiyan bi telefona xwe mijûl bûn dema ku polîs ew dibirin basan.

Gurûpa OVD ku çavdêriya xwepêşandanan dike got herî kêm 89 kes hatine girtin.