Berpirsên Lîbya Dibêjin Hêzên Hefter Şerê Dewleta Îslamî Dikine

Berpirsên Lîbya dibêjin hêzên girêdayî komandar Xelîfe Hefter li başûrê welêt bi gurûpa Dewleta Îslamî re şer dikine û wan bêhtirî 12 mîlîtan di sê rojên borî de kuştin.

Berpirsan îro Yekşemê got Artêşa Niştimanî ya Lîbî vê hefteyê dest bi êrîşa cihên nehênî yên mîlîtanan kir li herêma çiyayî ya Haruj. Berpirsan nexwest navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina ligel medya nebû.

Navenda medyayî ya artêşê roja Înê got destê mîlîtanan di êrîşên dawî de hebû li herêmên başûr.

Dewleta Îslamî got êrîşa Artêşê ya dijî wan berdewam e û wan bi dehan ji hêzên Artêşê kuştin û birîndar kirin.

Hêzên Hefter di meha Nîsanê de dest bi operasyoneke leşkerî kir bi armanca kontrolkirina Terablos apaytext ku di nav destê rêveberiya lawaz a hevalbenda Neteweyên Yekgirtî de ye.