Korya Bakur Huşdariyê Dide li dor Rahênanên Leşkerî yên Amerîka

Korya Bakur îro Şemiyê huşdarî da ku ewê bersivê bide eger Amerîka meha bê rahênanên leşkerî li gel Korya Başûr lidarxe.

Ew dibêje ev gav dê pêwendiyên herdû Koryan careke din xerab bike piştî nermbûneka kurt.

Rahênanên leşkerî yên pilankirî hatibûn daliqandin ji bo olimpiyadên ku vê zivistanê li Korya Başûr bûyî.

Rawêjkarekî serokatiya Korya Başûr vê heftê got biryare rahênanên leşkerî yên hevbeş pêşiya meha Nîsanê dest pê bikin, li gor ajansa nûçeyan a Korya Başûr Yonhap.

Korya Bakur bi berdewamî van rahênanên leşkerî wek gef tîne ziman.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Korya Bakur di şîrovekirinekê de got:

“Eger Amerîka rahênanên hevbeş bike di demekê de ku cezayan dide ser Komara Demukrat a Xelkê Korî. Wê demê dê Amerîka rastî beramberiyekê bê ku dê berpirsiyariya encaman li ser milê Amerîka be.”

Amerîka di 23 meha Şibatê de ragihand ku ew cezayên herî mezin dide ser Korya Bakur, wek hewildaneka danîna fişarê ser wê ku dest ji programa xwe ya navokî berde