Têkliyên dinavbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê de, hêjî di qonaxa alozîyan de derbas dibe, çareserîyek nehat dîtin, ne jibo budceya herêmê û ne jî pirsa hinartina petrol herêma Kurdistanê bo derve.
Endamê Komîteya Aborî û weberhênanê di Parlemanê Îraqê de, Osman Tahir Doskî hîvî xwestin ku, di danûstandinên dahatî yên hikûmeta herêma Kurdistanê digel Bexdayê de, layenê sêyem hebe jibo bibe şahid liser cêbicêkirina her rêkeftinekê dinêvbera herdû alîyan de.
Birêz Osman Doskî gote Dengê Amerîka, herêma Kurdistanê bêdeng namîne jibo wergirtina mafan, çi di serdema hikûmeta Nuri el-Malkî yan ji niha liser demê hikûmeta Ebadî, lê karbidestên herêma kurdistanê dixwazin her tişt bi riya dialogê bên çareserkirin.
Osman dibêje"Petrola li Kerkukê û hinartina wê ji aliyê hikûmeta herêma kurdistanê bu bazarên derve ne bi dilxwaziya hikûmeta Bexda bû, belkî ji neçarî bû, jiber ku Bexda hîç delîvek nedît jibo hinartin û firotina petrola kerkukê ya ku pişkeke ji petrola bakurê Îraqê.
Di faila deng de guhdariya temamî axiftinên parlementer Osman Tahir Doskî bike:
Your browser doesn’t support HTML5