Jinûvejimartina Encamên Hilbijartinên Îraqê Roja Sêşemê Dest pê Dike

Komisyona niştimanî ya hilbijartinên Îraqê dibêje jimartina bidest a encamên hilbijartinên parlemanî yên ku di meha Nîsanê de hatibûn li darxistin, wê roja Sêşemê destpê bikin.

Peyvdarê komisyona bilind a hilbijartinan Leith Jaber Hamza, îro Şemiyê got wê proseya jinûvejimartinê bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî, dîplomatên biyanî û her wiha berpirsên partiyên siyasiyên navxweyî bibe.

Komisyona hilbijartinan, di van hilbijartinan maşînên jimartinan dengan bikar anîn ku bûn cihê gumana sextekariyê.

Dadgeha bilind a Îraqê demekê berê vê mehê jimartina perekê ji hilbijartinan erê kir.

Hêjayî gotinê ye, kutleya rêberî Şîiî Muqteda El-Sedir dengên herî bilind wergirtibûn di encamên seretayî yê jimartina dengan de.

El-Sedir bang li piştgirên xwe kir ku rêzê li biryara jinûvejimartina dengan bigrin.