Tehran, July 11, 2021 (AFP), Îranê roja Yekşemê Serokwezîrê Slovenya Janez Jansa şermizar kir jiber gotinên wî yên weke "Îdîyaên bê bingeh" binav dike, ku serokweîr di civîna komek opozisyana Îranê de gotbûn, ji hêla Tehran ve hate şermezarkirin, û bangî balyoza wî welatî kir ya li Tehran.
Wezareta derve ya Îranê got, beşdariya Janez Jansa di civîna bi rêxistina Mujahedin Xelq (MEK) re "Nayê qebûlkirin û ne dîplomatîke."
Wezaretê got, wan balyoza Slovenya ya li Tehran Kristina Radej, bang kirîye da ku "nerazîbûna xwe ya tund" bigehînin dewleta wê ya ku ji destpêka meha Tîrmeh-Temuzê serokatiya yekîtiya Ewrupa dike û dê 6 mehan dom bike.
Şaxê siyasî yê rêxsitina herî navdar ya opozisyona hikûmeta Tehranê Mujahedin Xelq, Civata Niştîmanî ya Rikeberiya Hikûmeta Îranê(NCRI), roja Şemiyê li bingehke Albanya civînek encam dabû gelek endam parlemen, berpirs, wezîrên berê yên Amerîka, Brîtanuya û Fransa beşdarî tê de kirbûn.
Serokwezîrê Slovenya bi rêya onlayn bi axiftinekê beşdarî di wê civînê de kirbû û gotbû, "gelê Îranê hêyaî demokrasiyê, asadî û mafên mirov e, divê civaka navnetewî piştevaniyek bihêz bide wan." Jansa daxwaz kir, ku pêwîste "rejîma Îranê ji binpêkirinên mafên mirovan berpirs bihê dîtin."
Jansa serokwezîrê Slovenya piştevanî da daxwazên jibo edaletê yên "30 hezar girtiyên siyasî yên ku hatbûn jinavbirin", di kuştinên ku bi "Qetlîama sala 1988ê ya bitirs" de, tyê naskirin.
Wî Netewên Yekbûyî hişyar kir ku divê "ronahî bikeve" ser kiryarên kuştinên komî yên girtiyan di dema şerê Îraq û Îranê yê 8 salan de,1980 -1988ê bidawî hatî, dema ku şervanên Mujahedîn Xelq ji ser axa Îraqî êrîş birbûn ser bingehên komara Îslamî ya Îranê, û got "Ev giringe ku rastî derkevin, jiber ku serokê dahatî yê rejîmê Îbrahîm Raisî ye, yê ku rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî Ai, wî tawanbar dike bi encamdana tawanên dij mirovtiyê jiber rolê wî yê di qetlîamê de."
Raisî, serokê Serdozgeriya Îranê bû, ew di hilbijartinên Hezîranê de biserkeft û dê meha Tebaxê dest bikar bike.
Sala 2018an derbarê kuştinên komî yên girtiyan li Îranê Raisî red kirbû ku destê wî di sêdaredanan de hebe, dema ku wî çaxî serdozgerê giştî yê dadgeha Tehranê bû, û rolê wî di wan kuştinan de hebû. Lê wî ragihand bû ku, Rêberê olî Alî Xameneyî daxwaza kempeyna paqijkirinê kirbû.
Li gurî çavkaniyên Mujahedîn Xelq 30,000 girtî ku piranya wan endamên tevgereke Îslamî-markisî(Marxist) bûn hatbûn kuştin.
Li gur akademisyerê Brîtanî Michael Axworthy piştrast dike ku di wan bûyeran de tê texmîn kirin 4000 heta 5000 kes hatbin kuştin.