Di Êrîşekê de li Almanya Du Kes Têne Kuştin

Polîsê Almanya dibêje jin û mêrekî li îstgeheke bi qerebalix a trênî li bajarokê Iserlohnê rastî êrîşekê bi kêrê hatin ji aliyê mêrekî ve ku wek "kiryareke tundûtijiya pêwendiyê" hate wesifkirin.

Ajansa nûçeyan dpa îro Şemiyê ragihand ku polîs êrîşkerê 43 salî li cihê rûdanê girt.

Jina qurbanî 32 salî bû û mêr 23 salî bû.

Ev êrîş dibe di demekê de ku du êrîşên din ên kujer li Almanya dibin di van hefteyên borî de.

Di 29 Tîrmehê de kurekî 8 salî hate kuştin dema ku ew hate avêtin pêş trêneka bajarê Frankfurtê. Polîs gotibû ku mêrê 40 salî yên ew gunehkarî kirî nexweşekî derûnî bû.

Di 20 Tîrmehê de jî jineke 34 salî hatibû avêtin pêş trênekê li Voerde.