Macron Di Sondxwarina Dema Duyem Ya Seroktiyê De Soza Destpêkeke Nû Dide

Piştî serkeftina wî li beramber rastgirên tund di hilbijartinên seroktiyê de, serokê Fransa Emmanuel Macron roja Şemiyê di sondxwarina seroktiyê de, soza destpêkeke nû ji bo rûbirûbûna kêşeyên mezin di siyaseta derve û navxweyî de da.

Di merasîmekê de li Koşka Elysee, Macron ji hêla serokê Konseya Destûra Bingehîn Laurent Fabius ve wekî serketiyê hilbijartinên Nîsanê hate pejirandin û piştre belgeya fermî ya seroktiya nû îmze kir.

Di merasîmê de 450 kes beşdar bûn, di nav wan de jina wî Brigitte û serokên berî wî Francois Hollande û Nicolas Sarkozy, merasîm bi hûrgulî bû, lê ev yekem car bû ku serokek Fransî di 20 salan de bo cara duyemîn dibe serok.

Macron bi rojeveke tirsnak re rû bi rû ye ji bo bicihanîna çaksaziyên ku wî soz dabû dema ku ew wekî ciwantirîn serokê Fransa di sala 2017an de hate ser kar, û hem jî mijûlbûna bi êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê.

Wî got, "Kêm caran cîhana me û welatê me bi tevliheviyek wiha dijwar re rû bi rû maye."

Macron her wiha amaje bi êrîşa Rûsyayê, pandemiya koronayê û rewşa awarte ya jîngehê kir.

Wî soz da ku ji bo “erkeka nû” bibe "serokek nû" û "Fransayeke bihêztir" biafirîne.

Jêder: AFP