Li Misrê Goreka 4,400 Salî li Derveyî Qahîra Tê Dîtin

Dîroknasên Misrê dibêjin wan gorek li derveyî Qahîrê nêzîkî Ehramatan dîtin ku vedigere 4,400 sal berê.

Wezareta şûnwaran a Misrê îro Şemiyê ev yek ragihand û got diyare gor a berpirseka rade bilind bi navê Hetba ye ji serdema malbata pêncem a Misra kevin.

Gor hin tabloyan vedihewîne ku diyar dikin Hetbe çavdêriya nêçîra masiyan dike.

Seropkê tîmê şarezayên şûnwaran Mistefa el-Wezîrî dibêje karê kolandinê berdewame ji bo vedîtina goreka din li Cîza ku bawere ewjî vediger bo Hetbe.