Raport: Daiş Ji Başûrê Dîmeşqa Paytexta Sûriyê Der Dikeve

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye îro Yekşemê got agirbesteka 24 demjimêran di navbera çekdarên Daiş û hêzên hikûmeta Sûrî de hate li darxistin li taxên başûrê Dîmeşqa paytext, ku li gor wê dê hêzên hikûmetê rê bidin çakdaran ji wan navçeyan derkevin.

Ajansa Sûrî ya nûçeyan û berpirsên hikûmetê red kir ku çi rêkeftin bûne ji bo derketina çekdarên Daiş ji taxa Yarmûk û herêma derdorê.

Tilfizyona dewletê El-Ixbariye got hêzên hikûmetê pilan dikin çekdaran ji wan navçeyên mayî derxin.

Çavdêriyê got şeva borî çekdarên Daiş bi basan ji kampa Filestîniyan Yarmûk û taxa el-Tedamon derketin.

Hin girteyên vîdyo, ku li ser Internêtê hatin belavkirin, diyar kir çawa bas li kampê di rêzê de ne ji bo derxistina çekdaran.

Rûniştvanên Dîmeşqê got rewş arame û îro Yekşemê çi balafir li ezman nebûn.

Rojnameya girêdayî hikûmetê el-Weten got bawere çekdaran çekên xwe radestê hikûmetê kirine.

Rûniştvanan her wiha bilindbûna dûmanê ji ser Yarmûk û derdorê ragihand ku Çavdêriyê got çekdaran cihên xwe li dû xwe şewitandin berê valakirina wan.

Kontrolkirina kampa Yarmûk ji aliyê hêzên hikûmetê ve dê Dîmeşqê bi tevahî vegerîne bin destê hikûmeta Beşar Esed piştî heft salên şer.