Pêşangeheka Romayê Şêwekar Fernando Botero Bi Bîr Tîne

Your browser doesn’t support HTML5

Piştî salekê ji mirina hunermendê Kolombî Fernando Botero, yek ji mezintirîn pêşangehên ku heya niha ji hunermend re hatî veqetandin li Romaya Îtalyayê vebû. Pêşangeha li Palazzo Bonaparte çend berhemên Botero yên ku berê nehatine dîtin, vedihewîne û hunera wî ya şêst salî bi bîr tîne.