Berikên Navdar yên Wanê bi Keda Jinan Tên Parastin
Your browser doesn’t support HTML5
Li devera Wan û Colemêrgê çêkirina xalî, xalîçe yanjî berik kevnoşopîyek pir resen e. Lê edî pir hindik jin li malên xwe wan çêdikin. Şaredarîya Wanê jî, da ku ev hûnere winda nebe, ji sala 2001an ve cihek ji bo çêkirina wan ava kiriye ku tê de jin bi destan hunereke ciwan pêşkêş dikin.