Rêvebirîya Xweser Hinek Girtîyên Dosyaya Terorê Berdide

Your browser doesn’t support HTML5

Rêvebirîya Xweser biryarek jibo efûkirina girtîyên ji dosyayên terorê, ku rasterast beşdarî şer nebûne, derxist. Heta niha pirtir ji 3 nifş ji girtîgehên Hesekê, Qamişlo û Minbicê hatin berdan. Tê payîn ku nêzî 1500 girtî wê ji vê biryarê sûdê wergirin, ku piranîya wan ji Dêrezor, Reqa û Minbicê ne.