Dengbêjekî Serêkanîyê li Kampa Derbiderîyê Zarokan Fêrî Muzîkê Dike

Your browser doesn’t support HTML5

Reşad hunermendê dengbêjîya Kurdî ye. Ew, piştî êrîşa Tirkîyê ya ser Serêkanîyê, di 2019'an de derbiderî Hesekê bûye. Jiber ku Reşad hunermend e, komên çekdar li Serêkanîyê dest danîne ser mal û milkên wî bi behaneya ku ew gawir e. Niha wî fêrkirina muzîkê bo zarokên kampê kiriye erkê xwe.