Masîgirtin jibo Kurdekî li Stenbolê Sebra Jîyanê Ye
Your browser doesn’t support HTML5
Zekî Şîmşek 70 salî ye û 13 sal berê li Batmanê bi malbatî koçî Stenbolê kirîye. Zarokên wî tevahî dixebitin û ew li mal bi xêzana xwe re disekine.
Lê dema dilê wî teng dibe, yekser tê ser Pira Galata û masîyan digire. Ew dibêje, “Dema ez masîyan digirim hewinîya min tê, dilê min fireh dibe.”