Li Rojava Pêla Germê Jiyana Welatîyan Aloztir Dike

Your browser doesn’t support HTML5

Pileya germahê li Qamişlo digihêje bêtirî 45 dereceyan. Karkerên karên giran tevî dijwarîya tîrêjên rojê, ji neçarî karên xwe didomînin. Li alîyekî din, jiber krîza enerjîyê û nebûna elektrîkê, ava sar jî tune ye. Welatî berê xwe didin kirîna berfê. Ev jî barê wan girantir dike.