Li Girkê Legê Pirsgirêka Paqijîya Bajêr Didome
Your browser doesn’t support HTML5
Pirsgirêka paqijîyê nav bazara bajarê Girkê Legê didome. Taybetî di rojên wek cejnan de, ev rewş dîmeneke xirab jibo bajêr derdixe holê. Bajarvanîya Girkê Legê dîyar dike ku 47 karkerên paqijîyê bi 5 maşîneyên taybet yên paqijker bajêr paqij dikin, lê firoskar û hermwelatî nabin alîkar.