DEM Partî Namzedên Xwe Li Enqerê Kom Dike

Your browser doesn’t support HTML5

Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) roja Yekşemê li Enqerê hemû namzedên xwe yên hevserokatîya şaredarîyan kom kirin. Di destpêkê de civîna namzedên jin hate çêkirin û paşê jî hevserokê DEM Partîyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari danezana hilbijartinê pêşkêş kir.