Jiber Qedexeya Walîtîyê Maça Vansporê bê Temaşevan Hate Lîstin
Your browser doesn’t support HTML5
Roja Duşemê di navbera Vanspor û Bursasporê de lîstikeke futbolê pêk hat. Maç jiber qedexeya Walîtîya Wanê bê temaşevan hat lîstin û alîgirên Vansporê li qehwexaneyan bi rêya televîzyonê maç şopandin. Alîgirên Vansporê piştî serkeftina tîma bajêrê xwe derketin kolanan û pîrozbahî pêk anîn.