Li Enqerê Jinan Li Dijî Tundîya Li Ser Jinê Çalakî Pêk Anîn
Your browser doesn’t support HTML5
Roja Tekoşîna Li Dijî Tundîya Li Ser Jinê li Enqerê bi civîn, meş û mîtîngan hate pîrozkirin. Jinan di bin baranê da li Qada Kurtuluşê dest bi mîtîngê kir û ber bi Kizilayê ve meşîyan. Ji alîyê polîsan ve hin astengî bûn lê jinan dîsa meşa xwe domand.