Kirîza Avê Li Hesekê Kêşeyên Saxlemîyê Derxistine Pêş
Your browser doesn’t support HTML5
Kirîza avê li Hesekê berdewam e û ava paqij ji alîyê Tirkîyê ve hatîye birîn. Ji ber vexwarina ava ne paqij, nexweşî belav dibin, bi taybetî di nava zarokan de. Di meha 7an de, tenê li nexweşxaneyekê 400 zarok ji ber nexweşîyên ava nepaqij hatin dermankirin.