Xulam di Roja 21'an de Meşa Xwe ya Azadîyê Didomîne

Your browser doesn’t support HTML5

Aktîvîstê Kurd Kanî Xulam, ku di 1'ê Tîrmehê de dest bi Meşa Azadîyê kiribû, di roja 21'an de meşa xwe li eyaleta New Jersey didomîne.

Rêvebirê Tora Agahîyan ya Kurdî ya Amerîkî (AKIN), Kanî Xulam li Washingtonê dest bi meşa xwe ya protestoyî kiribû û armanca wî ew e di 24'ê Tîrmehê de bigiheje ber navenda giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê.

Xulam di Dengê Amerîka re gotibû ku ew dixwaze di 100 salîya îmzakirina Peymana Lozanê de wê peymanê şermezar bike ku gelê Kurd bê statu hiştiye.