Zarokê Kurd Îsmaîl Hêvîya Alîkarî Ye

Your browser doesn’t support HTML5

Zarokê Kurd yê astengber Îsmaîl di xwendinê de jîr e. Lê, malbata wî ya derbider di rewşeke dijwar de dijî. Îsmaîlê 9 salî li benda piştgirî û alîkarîya xêrxwazan e.

Îsmaîl zarokekî Efrînî yê xwedî pêdivîyên taybet e ku li penageha Şehba bi zor û zehmetîyan dijî. Lê, astengberîya Îsmaîl nebûye rêgir ku bixwîne û ew li dibitanê serketî ye. Tunebûna xwendingehên guncaw jibo zarokên astengber û xwedî pêdivîyên barê wan zarokan girantir dike.