Li Berlin paytexta Almaniya festîvala 7'mîn ya filimê kurdî çêbû, ku beşek ji desrhîner, lîstkvan, nivîskar û reşenbîrên kurd lê amade bûn. Rojnamevan û xwedanê kovara Şemamok ku li Berlînê der tê, yek ji kesên ku li vê festîvalê amade bibû û bi nerx û rexneyên xwe beşdarî vê xelekê ji Deng û Reng bû, da ku hin ronî bide ser çalakiya vê festîvalê û girîngiya wê di sazkirina deszgeh û çalakiyên avakirina sînema kurdî.
Birêz Yado dibêje:" Festîvala 7mîn, bi cweşeke mezin vebû, li Berlînê ku gaveke erînîye di rewşeke wisa de."
Herwiha jî, wî anî ziman ku astengiyên li ber çalakiyên bi vî rengî, gelek in, ji ber nebûna sazbendiya kurdî di rêvebertî û serkêşandina wê, him ji aliyê abûrî him jî ji aliyê rêxistinî de.
Di dawiyê de birêz Yado bi geşbînî gotina xwe bidawî kir û got:" Çi bibe ew başe bo gelê kurd û doza wî, divê ku em piştevaniyê bidin çalakiyên wisa."
Your browser doesn’t support HTML5