Li Almaniya bi salan Hunermend Zouber Yousiph xewnên xwe kedî dike da ku bi giyanê xaka welêt ve girêdayî bimînin.
Zouber Yousiph mîna pêkrsazekî kurd, bi berhemên xwe yên balkêş, nasnameya xwe ya kurdî dide nasîn û li ser dibêje :"Huner giyanê mirov zelal dixwîne, ji ber wê ez ji welêt tu carî qut ne bûme."
Zouber ji hunermendên kurdên Sûriye ye ku li pey zanistiya hunerê ket û hunera ciwan li zanîngeha Dîmeşqê xwend, û ji salên 90'î ve ew li welatê Almaniya dijî.
Çalakên Zouber di pir waran de dibin, pêkersazî, şêwekarî, mamostatî, û mûzîkê ve, di nav civata Alman de, ya herî dawî li bajarê Remagen bû ya li ser çemê Rênê .
Di vê hevpeyvînê de hunermend hin aliyên xebat û çalakiyên xwe zelal û ron dike, herwisa jî pêwendiyên çand û hunera kurdî bi çandên biyanî re çawa tên ristin û hûnan din.
Your browser doesn’t support HTML5