Hêzên Sûriya Demukrat Di Operasyona Reqqayê de Pêş ve Diçin

Şervanên HSD

Hêzên Sûriya Demukrat(HSD) ku piştgiriya Amerîka werdigrin, dibêjin ew nêzîkî dorpêçkirina bajarokekî di navbera Tebqa û Reqqayê de dibin li bvakurê Sûriyê.

HSD, ku Kurd serkirdayetiya wan dikin, dibêjin wan 90 % ji bajarokê Mensûra kontrol kiriye, ku derdora 26 kîlometran li başûrê rojavayê Reqqa ye.

Çavdêriya Sûrî ya mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, dibêje HSD li dirêjiya qeraxa başûr a çemê Feratê tevlî şerekî giran bûn li dijî Daiş, li derdora Mensûra.

Amerîka, çekan, hêza esmanî, û piştgiriya li ser erdê ji bo HSD dabîn dike di helmeta têkbirina Daiş de li Sûriyê.

Armanca HSD niha Reqqa ye ku ji sala 2014an ve di bin destê çekdarên Daiş de ye.