Raport: Îraniyekî Damezrênerê Toreke Tilifizyonî li Stenbolê Tê Kuştin

Balyozxaneya Îran li Tirkiyê

Rojnameyeke Tirkî radigihîne ku damezrênerê toreke telvizyonî ya zimanê Farisî li Stenbolê hate kuştin li gel hevkarê xwe ku karsazekî Kiwêtî bû.

Kuştina damezrênerê GEM TV Seîd Kerîmyan a derengî şemiyê tê piştî dadgeheka Îranî ew di meha Adarê de bi zînadanê ceza kir bi tawana “propaganda “ li dijî welêt.

Rojnameya Hurriyet ragihand ku Kerîmyan hat kuştin piştî otombêleke SUV rê li otombêla wî girt û kesên têde ew gullebaran kir. Rojname dibêje SUV piştre li cihekî din şewitî hate dîtin.

Ajansa Associated Press hewil da telefona GEM TV bike lê çi bersiv nebû.

Ajansa nûçeyan a taybet Dogan kesê Kiwêtî yê kuştî bi navê M.M da nasîn.

Ajnasa nûçeyan a dewleta Kuwêt KUNA, ji ser zimanê qunsulxaneya giştî li Stenbolê, kuştina welatiyê Kiwêtî piştrast kir, bê dabînkirina agahiyên berferhtir.