Tirkiyê ji Amerîka Daxwaza Rawestana Piştgiriya Kurdên Sûriyê Dike

Receb Tayip Erdogan

Serokê Tirkiyê îro şemiyê bang li Amerîka kir ku piştgiriya çekdarên Kurdên Sûriyê rawestîne, di demekê de ku medya xwecihî behsa belavbûna leşkerên Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê dike.

Belavbûna leşkerên Tirkiyê tê rojekê piştî dîtina hêzên Amerîkî li nav cadeyên herêmên Kurdî li Sûriyê.

Serokê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan got:

“YPG û hûn dizanin kî piştgiriya wan dike, ew bi hawnan êrîşî me dikin. Lê emê van cihan bikin gorên wan, rawestan nîne.“

Hin ngirteyên vîdyo yên şeva borî hêleke dirêj a erebeyên leşkerî diyar kirin ku ber bi sînor ve diçûn.

Girjî, vê hefteyê derketin holê dema Tirkiyê roja sêşemê êrîşên esmanî birin ser bingehên YPG li Îraq û Sûriyê. Tirkiyê got wan bi kêmanî 90 çekdar kuştin û bi dehan birîndar kirin.

YPG dibêje 20 endamên wê û çalakvanên medya hatin kuştin.

Erdogan nîşan bi wê yekê da ku welatê wî amade ye êrîşên şengalê li Îraqê dubare bike da ku nehêle ew bibe bingeheke çekdarên Kurd.

Berpirsên Kurdên Sûriyê got Amerîka çavdêriya sînor dike ji bo nehêştina bilindbûna girjiyan di navbera wan û Tirkiyê de ku endama NATO û hevalbenda Amerîka ye.

Peyvdarê YPG Rêdûr Xelîl got wan agahî hene ku Tirkiyê hêzên xwe kom dike li ser sînorê Til Ebyed û hin cihên din.

Wî got armanca komkirina hêzan li wir ne diyare.