Dr. Jawad Mella: Kurd ji azadiyê di tirsin û bawer dikin eger ji qefesên Îraq, Turkî, Îran û Sûriyê derkeftin gur wê wan bixwin.
Dr. Jawad Mella, serokê Kongira Niştimanî ya Kurdistanê pirtûka xwe ya bi navê Dewleta Kurdî, bi zimanê Erebî li Londonê çapkir û niha li pirtûkxaneyan e.
Dr. Jawad bersiva pirsiyara mezin dide; çima heta niha Dewleta Kurdî nehatiye damezrandin?
Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka Dr. Mella got peymana Sykes-Picot erdê Kurdan dabeş kir lê ne karî bû gelê Kurd dabeş bike, mixabin niha partiyên Kurdan gelê Kurd dabeş dikin.
Wî got, Kurd ji azadiyê ditirsin û bawer dikin eger ji qefesên Îraq, Tirkiyê, Îran û Sûriyê derkevin gur wê wan bixwin.
Your browser doesn’t support HTML5