Tîrêj: Nexşa Nû a Amerîka Derbarî Şerê Azad Kirina Reqa û Tevlîbûna Tirkiye

Wîzareta berevanîya Amerîka (Pentagon) wê nexşa nû ya şerê dijî DAIŞê li Îraq û Sûrîye bo rêveberîya serok Donald Trump bişîne.

Tirkiye, endama NATO û hevlbenda Amerîka kar bi ragirtîna piştevanîya Amerîka bo hêzên Kurdan û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê dike û dixwaze digel hêzên oposizyon a Sûrî şerê DAIŞê li Reqa bikin.

Hevdem digel pêşveçûnên hêzên Kurdan di beroka şerê Reqa, karbidestên leşkerî û siyasî yên Amerîka seredana bakorê Sûrîya dikin û digel rêberên Kurdan û HSDê kombûn.

Bernamê Tîrêj liser vê mijarê rawesta û digel şîretvanê HSDê Dr. Nasir Hacî Mensur û Dr. Ehmed Xalil behsî têkeliyên Amerîka digel Kurdan û siyaseta Amerîka liser dema serok Donald Trump kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Tirej # 86