Abdulselam Alî: Amadekarî Hene Jibo Civîna 8ê Mehê Li Ginîva Kû PYD Wê Têde Cih Bigire

Wezîrê derve yê Rûsî Sergei Lavrov nunerên Partiya Yekêtiyê Demokrat (PYD) ya Kûrdên Sûrî dinav jimareka nunerên rikaberiya Sûrî de xwestine Moscow jibo kombunê û danustandinan bi mebesta pêdaçonê biser civînên Astana de.

Nunerê PYDê li Moscow Abdulselam Alî gote Dengê Amerîka VOA, bi tene nunerên hêzên çekdar li civînên Astana amadebun û niha amadekarî hene jibo civîna 8ê meha bê li Ginîva kû PYD wê têde cih bigire.

Birêz Alî got, ew li dijî pêkînana herêmên ne-firîn in eger wan deveran vegire kû artêşa Tirkiyê dagîrkirne.

Your browser doesn’t support HTML5

Abdulsalam Ali PYD