Teqîna Otombêlekê Li Bakurê Sûriyê 43 Kesan Dikuje

Bi kêmanî 43 kes îro şemiyê hatin kuştin di encama teqîna otombêlekê de li bazareka bajarê Ezazê li bakurê Sûriyê ku di bin destê serhildêran de ye, li gor çalakvanên opozisyona Sûrî û karmendên rizgarkirinê.

Teqînê li navenda bazarê rûda û ziyan her wiha gihand avahiya hikûmetê û dadgeha xwecihî.

Ramî Ebdulrehman, rêvebirê Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye, got din av kuştiyan de 6 serhildêr hene.

Hin gurûpên çalakvan ên din, din av de jî Navenda Medya Ezazê gotin jimara kuştiya 50 kese.

Hêjayî gotinê ye gelek serhildêr û sivîlên ku di encama êrîşa hikûmetê de li ser bajarê Hebelê li bajêr hatibûn derxistin ew Ezazî bicih bûne.

Ta niha hîn kesî berpirsiyariya xwe ranegihandiye li dor êrîşê.