Serkirdeyên Boko Heram Banga Kuştin, Serjêkirin û Revandinê Dikin

Serkirdeyên Gurûpa Boko Heram bang li şervanên xwe kirin ku kuştin, serjêkirin, revandinê û her wiha bumbekirinê li her cihekî bikin.

Banga wan hat di vîdyoyeka nû de ku red dike idîayên hikûmetê ya ku dibêje gurûpa tundrew a Dewleta Îslamê ber bi nemanê ve diçe.

Serok Muhamadu Buharî hefteya borî ragihand ku serbazan çekdarên Boko Heram ji cihê wan ê dawî derxistin li bakurê rojhilata welêt û got:

''Terorîst direvin û êdî wan çi cih nemane xwe lê veşêrin.''

Di vîyoyekî de kui lio ser You Tube hate belavkirin Abubakar Shekau got:

'' Ez li vir im, baş û sax im … û şer taze destpêkiriye.''

Hêjayî gotinê ye leşkerên Nigeria bi kêmanî sê caran kuştina Shekau ragihandin û demekê berê îsal hate ragihand ku ew bi awakî tund birîndar bûye.