Balyoza Amerîka li NY Dixwaze bilez Çavdêr Bigehne Helebê

Balyoza Amerîka li Netewên Yekgirtî Samantha Power dibêje, divê endamên civata ewlekariyê hinartîna lezgin ya a çavdêrên Netewên Yekgirtî piştrast bike piştî NY biryara hinartîna çavdêran bo rojheleta Helebê pistrast kirn.

Samantha Power piştî kombûnê gote rojnamevana civata ewlekarîyê biryara îro Duşemê derbas kir, herwesa da zanin, zor aşkiraye ko biryar dibêje ne bitenê karê çavdêran wî çavdêrî ya vegohastîna sivîlan ji Rojhelata Helebê be, lê bo bihêz kirina Netewê Yekgirtî li bakorê Sûrîye.

Samantha Power got, derbas kirina vê biryarê pivane bo bawerîya bi Rûsya tê kirin û bihvîye li demeka kot bête bich kirin.

Di beyanamekê da balyoza Amerîka li NY rixneka tûnd li nonerê Sûrîye Beşar Ceferî girt û daxwaz ji sekretêrê Giştî yê NY Ban Ki Moon-kir, hijmara karmendên NY li Helebê zêdetir bike.