Îraq Daxwaza Guhertina Balyozê Erbistana Saudî li Bexdayê Dike

Wezareta derve ya Îraqê daxwaz ji Erebistana Saudî kir ku balyozê xwe li Bexdayê biguhere ji ber wî gotibû mîlîtanên Şîiî yên piştgiriya Îranê werdigrin pilan dikin wî bikujin.

Peyvdarê wezareta derve Ehmed Jamal ji Associated Press re got hikûmetê îro yekşemê daxwazeke fermî ji Erebistan Saudî re şand ji bo guhertina balyoz Thamer el-Sabhan. Jamal dibêje axaftinên el-Sabhan ne rastin û ziyanê digihînin pêwendiyên herdû welatan.

El-Sabhan ji rojnameya el-Heyat re gotibû agahdariya Îraqê hin agahî gîhandin wî li dor pilanên kuştinê.

Wî gote kenala el-Arebiya ku gurûpên radîkal yên olî di pişt wan gefan de ne.

Hêjayî gotinê ye, Îrana ku serkirdayetiya Şîia Dike li herêmê û Erebistana Saudî ya serkirdayetita Sunne dike, ew dijberên hev yên herêmî ne û di meha çelle de pêwendiyên xwe yên dîplomasî rawestand in.