Roja 2yê Tebaxê parêzgehbûna Cizîra Botan û Geverê bi pêşnûmeyek qanûnî ket rojeva Parlamentoya Tirkiyê. Piştî ku, ev pêşnûme bê erêkirin, dê Colemêrg û Şirnex ji parêzgehbûnê bên derxistin û bibin qeza.
Li şûna wan jî dê Cizîra Botan û Gever a ku niha qeza ne, dê bibin parêzgeh.
Herwiha navê Colemêrg ku niha Hakkarî ye dê bihê guhertin û navê Şirnex a ku niha Şirnak e, dê bibe Nûh.
Hemwelatiyên Şirnexê Mesut Balta, Abdullah Ozcan û Ekrem Bayik li ser vê mijarê nêrînên xwe ji Dengê Amerîka re parve kirin û dibêjin; “Em Şirnexî vê biryarê nas nakin.”
Hûn dikarin bi riya lînka jêrîn guh bidin vê hevpeyvînê
Your browser doesn’t support HTML5